Nûçegihan Altintaş hate binçavkirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş li bajarê Semsûrê ya bakurê Kurdistanê  dema diçû nûçeyê hate binçavkirin.

Nûçegihan Altintaş hate binçavkirin
27 ÇILE, 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş, îro serê sibê hate binçavkirin. Dema Altintaş li taxa Yenî ya navenda bajarê Semsûrê ya bakurê Kurdistanê dema diçû nûçeyê, wesayîta lê siwar bûbû, ji hêla polîsan ve hate sekinandin û bi hinceta derbarê wî de biryara binçavkirinê heye, birin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê. 

Polîsan derbarê binçavkirina Altintaş de tu agahî nedan kesên li cem Altintaş.