Barrack: Hikumeta veguhêz dê bi me re şerê Hemas, Hizbullah, Îran û DAIŞ’ê bike

Nûnerê DYA’yê yê li Sûriyeyê got hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dê bi DYA’yê re li dijî Hemas, Hizbullah û Îranê şer bike û dê bi awayekî çalak beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bibe. Her wiha hevdîtina Trump û El Şeri wek qonaxeke girîng nirxand.

Barrack: Hikumeta veguhêz dê bi me re şerê Hemas, Hizbullah, Îran û DAIŞ’ê bike
13 mijdar, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ê Sûriyeyê Tom Barrack li ser hevdîtina serokê DYA’yê Donald Trump û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri nivîsî.  Barrack hevdîtina her du aliyan wek "xaleke girîng a veguherînê ku piştî salên tecrîdê qonaxeke nû ya hevkariyê ava dike" pênase kir.

Barrack li ser hesabê xwe yê X’ê nivîsî: "Her du serokan li hev kir ku bi rêya tevlêbûna fermî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, Sûriye ji welatekî tecrîdkirî veguherînin hevkarekî çalak di têkoşîna li dijî terorê de."

Barrack bi domdarî nivîsî: "Şam dê niha bi awayekî çalak alîkariya me bike ku em bermahiyên DAIŞ’ê, Pasdarên Îranê, Hemas, Hizbullah û torên din ên terorîst ji holê rakin. Şam dê di hewldanên ji bo dabînkirina aştiyê de wek hevkarekî pabend be.”

Barrack destnîşan kir ku daxuyaniya Trump a rakirina hemû cezayên li ser Sûriyeyê "derfeteke rastîn ji bo nûbûnê" dide wê û got hevdîtinê pabendbûneke hevbeş ji bo ji nû ve avakirin û aramiya herêmê nîşan da.

Nûnerê DYA’yê di dawiyê de got gava pêş rakirina Qanûna Qeyser e û ji Kongreya DYA’yê xwest cezayan rake da ku "Şam bikare aboriya xwe ji nû ve bi pêş bixe û rûpeleke nû veke."

(bb)