Li Humsê pevçûn: 2 kes hatin kuştin

Li Humsê di navbera hêzên hikumeta veguhêz û komeke girêdayî eşîra Fewaîrayê de pevçûn derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Li Humsê pevçûn: 2 kes hatin kuştin
13 mijdar, 2025   11:19
HUMS

Di saetên serê vê sibehê de li nêzî Çerxerêya El Beyada ya bajarê Humsê şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komeke çekdar a girêdayî eşîra Fewaîra û alîgirên wê de derket.

Di şer de ciwanek ji eşîra Fewaîra û kesekî ji alîgirên wê hatin kuştin.

Li bajar alozî dewam dike.

(bb)