Li baregeha Eyn Esed êrişî hate kirin

Meqawmey Îslamî ragihand ku duh bi şev bi balefirek bê mirov êrişî baregeha Eyn Esed ya hêzên Emerîkayê kirine.

 Li baregeha Eyn Esed êrişî hate kirin
6 kanûn, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meqawmey Îslamî ya li Iraqê (Berxwedana Îslamî) di derbarê êrişek nû ya li ser baregeha Eyn Esed de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh bi şev bi balefirek bê mirov êrişî baregeha Eyn Esed ya hêzên Emerîkayê ya li parêzgeha Enbar hatiye kirin û encamê de qurbanî çêbûne.

heftiya borî hêzên Hevpeyman baregehên Heşdî Şebî yên li sînorê Kerkûkê bombebarankiribû encamê 5 çekdar hatibûn kuştin.