Tevgerên Tirkiye li Iraqê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê behsa tevgerên Tirkiye li Iraqê, geşedanên li Xezayê û rewşa Sûdanê kirin.

Tevgerên Tirkiye li Iraqê rojeva rojnameyên erebî ne
6 kanûn, 2023   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî tevgerên Tirkiyeyê li Iraqê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê bal kişandiye ser hewldanên Tirkiyeyê ji bo ku hegemoniya xwe li Iraqê firehtir bike.  Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya Tirkiyeyê dema fêm kir ku rêveberên sunnî nikarin roleke mezin di xêzkirina siyaseta Iraqê de bilîzin, berê xwe daye rêveberên şîî yên alîgirên Îranê, heta gihaştiye wê astê ku toreke têkiliyên berfireh bi wan re ava bike.

Li gor rojnameyê, Enqere sûdê ji sarbûna têkiliyên Tehranê bi gelek alîgirên wê yê li Iraqê re digire.

′RAYEDARÊN AMERÎKÎ PÊŞBÎN DIKIN KU OPERASYONA BEJAHÎ LI XEZAYÊ DI ÇILEYÊ DE BI DAWÎ BIBE′

Der barê geşedanên li Xezayê de, tora El Hura ku agahiyên xwe spartin rayedarên Rêveberiya Amerîkayê û anî ziman ku îhtîmal heye pêvajoya heyî ya êrişa bejahî ya Îsraîlê li dijî Xezayê heta çend hefteyên bê berdewam bike. Dûre Îsraîl bi hatina Çileyê re, derbasî stratejiyekê bibe ku tenê rêveberên diyar ên Hemasê bike hedef.

′PIŞTÎ TÊKÇÛNA DAN Û STANDINÊN LI CEDAYÊ ŞER LI XARTÛMÊ DÎSA DEST PÊ KIR′

Rojnameya Independent El Erebiye bal kişand ser têkçûna danûstandinana di navbera artêşa Sûdanê û hêzên Piştevahiya Lzgîn ku li Cedayê bi navbeynkariya Siûdiye-Amerîka dest pê kirine. Ev têkçûn bi awayekî neyînî bandor li şer di navbera her du aliyan de kir, bi taybet ku artêşa Sûdanê êrişên hewayî, bi tank û topan li dijî navendên hêzên Piştevaniya Lezîn ên li Xartûm, Um Derman û Behrî pêk anîn.

(şx)