Balafirên Tirkiyeyê Metîna bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk  a dagirker, devera Metîna bi dijwarî bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê Metîna bombebaran kir
11 mijdar, 2023   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îşev Geliyê Sîva yê rêzeçiyayê Metîna yê dikeve rojhilatê Amêdiyê, bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk rojhilatê navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin, heta niha ziyanên canî û madî yên êrişên balafiran nehatine zanîn.