Artêşa Urdunê li ser sînorê Sûriyeyê rê li ber qaçaxçîtiya hişbirê girt

Artêşa Urdunê hewldana qaçaxçîtiya madeyên hişbir a ji aliyê Sûriyeyê ve têk bir.

Artêşa Urdunê li ser sînorê Sûriyeyê rê li ber qaçaxçîtiya hişbirê girt
26 tebax, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdunê  îro li ser sînor hewla qaçaxçîtiya madeyên hişbirê ya ji aliyê Sûriyeyê ve têk bir.

Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hewldan bi rêya balonan ku berê wê dabûn aliyê rojhilatê welat hatibû kirin.

Hate diyarkirin ku Hêzên Urdunê yên Parastina Sînor bi tevkariya Rêveberiya Têkoşîna li dijî Hişbir hewldan têk bir û madeyên hişbirê radestî aliyên têkildar kirin.

Roja yekşemê (22 Tebax) jî artêşa Urdunê welatiyekê sûriyeyî destgîr kir ku hewl da bi rêyên nerewa sînorê Urdunê derbas bike.

(bb)