Artêşa Îsraîlê bombe li başûrê Lubnanê barand

Balafirên şer ên Îsraîlê başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê bombe li başûrê Lubnanê barand
2 ÇILE, 2026   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê îro piştî nîvro parêzgeha Nebetiye û bajarokên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Ajansê da zanîn ku êriş îro saet nêzî 14.15’an de hatin kirin û agahî dan ku deşta Eqmate û derdora Rîhan ên herêma Cebel El Rîhan, 2 êriş  bi mûşekên ji hewa-erd li devera navbra bajarokên Ensar û Zerariyê yên parêzgeha Nebetiya hatin kirin.

Hate ragihandin ku 3 êriş li geliya navbera bajarokên Kefûra û Îza yên Nebetiyê hatin kirin.

Her wiha hat zanîn ku hemwextî êrişan balafirên şer ên Îsraîlê bi nizmî li ser bajarê Beilbek ê rojhilatê Lubnanê geriyan.

Der barê zerarên bombebaranê  de agahî nehatin parvekirin.

(b)