Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê bendeke kontrolê danî

Artêşa Îsraîlê ku careke din ket gundewarên Quneytîrayê, li ser rêya gundên Um Îzam û Mişêrfê bendeke demkî danî.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê bendeke kontrolê danî
2 ÇILE, 2026   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdegaviyên artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin. Dewriyeyeke ku ji 3 erebeyan pêk tê, ket gundewarên Quneytîrayê. Dewriyeyê li ser rêya di navbera gundên Um Îzam û Mişêrfê de bendeke kontroê ya demkî danî.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşê li bendê şênî kontrol kirin. Piştî demekê ber bi baregeha xwe ve ku li gundê Ednaniyê ava kiriye vekişiya.

(b)