MÎT’ê li Efrînê 3 kes revandin

Li Efrînê 3 welatî ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ve hatin revandin.

MÎT’ê li Efrînê 3 kes revandin
5 îlon, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên "El Şerqiye" 3 welatî li Efrînê revandine.

Çavkaniyan da zanîn ku welatiyên hatine revandin ji gundê Meka Jêrîn ê bajarê Cindirêsê ne. Li gorî çakvaniyan welatiyên hatine revandin ev in: Mihemed Henan Seydo (37), Elî Mihemed Menkawî (36) û Hisên Ebdullah Ede (37).