‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'

Jinan Hesekê û Serêkaniyê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e di zindana Îmraliyê de ye û tecrîd hîn jî didome. Jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî bingeha serkeftina pêvajoyê yê.

‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'
‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'
‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'
‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'
‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'
‘Pêkanîna mafê hêviyê bingeha serkeftina vê pêvajoyê ye'
30 cotmeh, 2025   15:15
HESEKÊ

Kongra Star bi beşdariya tevahî pêkhateyan û koçberên Serêkaniyê û Efrînê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de jinan der barê mafê hêviyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrîn xwe ji ajansa me re anîn ziman. 

Heyfe Mihemed diyar kir ku îro tevahî jin û pêkhate ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û wiha got: "Em banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û civaka demokratîk hembêz dikin û em xwedî li banga Rêber Abdullah Ocalan derdikevin. Divê ji bo Rêber Apo mafê hêviyê pêk were, pêkanîna wê azadiya azaiya Rêber Abdullah Ocalan e."

Hediye Ebdilweheb li ser mijarê destnîşan kir ku  Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û wiha got: "Rêberê me bi salan e li Îmraliyê girtî ye, dem hatiye ku ew azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Em hêvî dikin ku biryara mafê hêviyê ku divê 2 sal berê bihata pêkanîn, were bicîhanîn. Em her de fedayî Rêber Apo ne, ji ber ew ji bo doza gelê kurd û  tevahî pêkhateyan  xwe feda kiriye. Mafê wî heye azad bibe. Heya niha ji bo pêkanîna banga aştiyê tu gav  ji hêla dewleta Tirk ve nehatiyen avêtin."

Hediye di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku gelê herêmê jiyana xwe li ser biradîgma Rêber Abdullah Ocalan hatiye birêxistin kiriye û wiha bi dawî kir: "Jiyana me li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê avakirin. Em  jî zarokên xwe li ser raman û felsefeyê wî mezin dikin. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Jina bi navê Fatmê Hesen jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: "Daxwaza me azadiya Rêber Apo ye. Em jin bi hêz û vîneke tevlî berxwedanê bûne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, emê her tiştkî pêk bînin."

Jina bi navê Emîne Yûsef jî der barê mijarê de hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Pêkanîna Mafê Hêviyê bingeha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê her li qadan bin. Em bang li rêxistinên  navnetewî dikin ku bi erka xwe rabin û  mafê hêviyê di demeke nêz de pêk were.”

(zş)

ANHA