Konfransa yekrêzî û çareseriyê di Tebaxê de ye

Partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji sala 2023`yan ve li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û yekrêziyê xebat dimeşînin, wê di Tebaxê de konfransê pêk bînin.

Konfransa yekrêzî û çareseriyê di Tebaxê de ye
28 tîrmeh 2024   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2023`yan ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û gihandina nerîneke yekpar xebat dimeşnînin.

Ji bo meşandina xebatan, ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) û Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê komîteya amadekar hat avakirin.

HEVDÎTIN Û REŞNIVÎS

Komîteyê li gorî plansaziya hatiye derxistin, bi hemû partiyan re hevdîtin pêk anîn û encamên girîng bi dest xistin. Ji encamên derketine holê jî reşnivîsek derbarê helwesta yekpare û çerseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê de hat amadekirin.

Reşnivîsa ku 14 xalan pêk tê û 29`ê Kanûna 2023`yan hatibû amadekirin, di Adara 2024`an de bi gel, rûsipî, nivîskar û rewşenbîran re hat parvekirin û nêrîn-nirxandinên wan hatin girtin. Li gorî wan van pêşinyaran jî şeklê dawî yê reşnivîsê hat dayîn.

HIN PARTÎ TEVLÎ NEBÛNE

Reşnivîse ku herî dawiyê hatiye amadekirin ji aliyê komîteya amadekar ve careke din pêşkêşî partiyan hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku komîteyê dane ajansa me, piraniya partiyên li herêmê erênî nêzî reşnivîsê bûne, tenê 4 partî li ser hinek xalên reşnivîsê dudilî bûne, lewma bi temamî qebûl nekirin, lê hevdîtinên bi wan re berdewam dikin.

ENKS a ku îdia dike ji bo çareseriyê tevdigere, lê her cihekî bi hêzên dagirker û çeteyan re rudine, hîn ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya Kurdî bibe.

WÊ KONFERANS ÇÊBIBE

Di encama van xebatan de tê plankirin ku konferansek were lidarxistin. Cîgira Hevserokên KNK`ê Hêvî Mistefa derbarê mijarê de ji ANHA`yê re axivî û ev agahî parve kirin: “Em amadekariyên konferansê dikin. Heta beriya konfransê wê hevdîtinên me bi partiyên ku li ser hinek xalên reşnivîsê itîrazên hene re berdewam bikin. Heke tevlî nebin jî em neçar in konferansê li dar bixin.”

BERIYA 15`Ê TEBAXÊ YE

Hêvî Mistefa da zanîn ew plan dikin ku konfransê beriya 15`ê Tebaxê (2024) li dar bixin. Hêvî Mistefa got ku hîn hejmara dawî ya delegeyan derneketiye û cihê konferansê nehatiye diyarkirin.

`DIBE KU DERVEYÎ ROJAVA JÎ TEVLÎ BIBIN`

Hêvî Mistefa anî ziman ku wê di konferansê de partiyên li herêmê û kesayetên serbixwe amade bin, nîqaş û pêşinyar li ser reşnivîsê werin kirin û di encamê de helwest yekpare derkeve holê.

Cîgira Hevserokatên KNK`ê Hêvî Mistefa destnîşan kir ku konfrans taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê dibe ku ji derveyî Rojava jî hin alî beşdar bibin.

(a)

ANHA