Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dîtina Rêber Apo pîroz dikin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb û Suryan, bi ditina Rêber Abdullah Ocalan kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dîtina Rêber Apo pîroz dikin
Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dîtina Rêber Apo pîroz dikin
Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dîtina Rêber Apo pîroz dikin
Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dîtina Rêber Apo pîroz dikin
9 tîrmeh, 2025   13:41
QAMIŞLO

Di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de pêşketinên nû çêbûn. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya tomereke vîdeoyê bangeke dîrokî kir.

Piştî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dîmenên banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan temaşe kir, pêkhateyên bajarê Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan derketin kolanan û kêfxweşiya xwe bi dîtina dîmenên vîdeoyê yên Rêber Abdullah Ocalan nîşan dan.

Şêniyan bi karwanekî otomobîlan li bazara navendî û taxên bajêr geriyan.

Beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan nîşan da.

(k)