Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê

Şêniyên herêmê bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re pêwîstiyên xwendinê dikirin.

Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê
2 îlon, 2024   10:42
HESEKÊ

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ku pêşwaziya sala nû ya perwerdeyê dikin, pêwîstiyên xwendinê dikirin, lê ji ber bilindbûna buhayan bi gazinc in.

Welatiyê bi navê Mecid El Esed ê ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê anî ziman ku ew di kirîna pêwîstiyên xwendinê de zehmetiyan dikişînin û got bi taybetî malbatên ku 3 an 4 zarokên wan xwendekar bin, zehmetiyên wan zêdetir in. Esed anî ziman ku pêwîstiya malbatê ji bo xwedekarek tenê bi zêdetirî milyonek lîreyê Sûriyeyê heye.

Welatiyê bi navê Basim El Şiwêx ê ji heman bajarî da zanîn ku buhayê çenteyan di navbera 50-200 hezar lîreyî de ye, yê defteran jî di navbera 20-100 hezarî de ye.

Xwediyê dikana pêwîstiyên xwendinê Yezen El Kiêrî yê ji Şedadê jî diyar kir ku bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re tevgera li bazaran zêde bûye.

(bb)

ANHA