Zextên Îranê yên li ser Şamê û aloziya Banka Navendî ya Lîbyayê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser zextên Îranê yên li ser hikumeta Şamê, aloziya Banka Navendî ya Lîbyayê û dan û standinên agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Zextên Îranê yên li ser Şamê û aloziya Banka Navendî ya Lîbyayê manşetên rojnameyên erebî ne
2 îlon, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Wezîrê parastinê yê Sûriyeyê ji hempîşeyê xwe yê Îranê re: Em di heman keştiyê de ne” weşand.

Rojnameyê diyar kir ku wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îranê Ezîz Nesîrzade re axiviye. Rojnameyê diyar kir Nesîrzade piştgiriya welatê xwe ji bo "Sepandina ewlehiyê û rêzgirtina li hemberî yekitiya axa Sûriyeyê" nîşan da. Her wiha destnîşan kir ku bi taybetî di aliyê piştgiriya Sûriyeyê bi "Eniya Berxwedanê" de,  xalên hevbeş û peyman hene.

Rojnameyê cih da nirxandinên çavkaniyên girêdayî Şamê ku dibêjin "Tehran tevî hemû pêşketinên erênî yên ku Moskov di dosyaya nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê de pêk tîne jî peyamên ku teqeziyê li hegemonyaya xwe ya li Sûriyeyê dike, dide. Her wiha tîne bîra Sûriyeyê ku divê peymanên hevbeş pêk bîne û deynên xwe bide.”

Rojnameyê axaftinên rayedarên Îranê wek şêwazeke zextê li Şamê diyar kir ku peyana "bêyî berjewendiyên Îranê tu gavan di dosyaya normalîzekirinê de neavêje" daye Şamê.

Rojnameyê bi bîr xist ku peywendiya telefonê ya her du wezîran çend saet piştî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû "Moskov girîngiyê dide normalîzekirina têkiliyên di navbera rejîmên Sûriyeyê û Tirkiye de." hat kirin. Her wiha destnîşan kir ku Lavrov got dê di demeke nêzîk de civîneke nû ji bo normalîzekirinê pêk were.

Li gorî rojnameyê, ji du aliyan ve zext li Şamê tên kirin û wiha hat domandin: "Rûsya zextê li Şamê dike da ku nêzî Tirkiyeyê bike. Îran jî dixwaze Şam di avakirina têkiliyan bi Enqereyê de lez dike da ku dosyaya normalîzekirinê di sazkirina hevsengiyên li herêmê de (bi taybetî DYA) bi kar bîne. "

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Li gorî çavkaniyan, Şam 2 helwestan nîşanî her du hevalbendên xwe dide. Ya yekemîn peymanên erênî dide bersiva hewldana Moskovê ya normalîzekirina li gel Tirkiyeyê. Ya duyemîn jî hewl dide zextên Îranê kêm bike, dide nîşandan ku Şam bi "Eniya Berxwedanê" re û di normalîzekirina li gel Tirkiyeyê de ecele nake."

‘ALOZIYA BANKA NAVENDÎ YA LÎBYAYÊ Û GEF’

Rojnameya El Ereb a Londonê aloziya Banka Bavendî ya Lîbyayê kir manşet. Rojnameyê ku alozî spartiye nakokiyên siyasî yên di navbera hikumeta Terablus (rojava) û hikumeta Bingaziyê (rojava) de, hişyarî da ku ev alozî rewşê dijwartir bike.

Rojname hişyariyê dide ku ev nakokî vediguhere "krîza herî xirab ji salên borî ve, nemaze li welatekî ku hinardekareke sereke yê enerjiyê ye."

Li gorî rojnameyê, eger şerê li ser kontrokirina xebata bankê dirêj bike, dê aborî û bazirganiyê ya li Lîbyayê bi welatên derdorê re betal bibe û dê xetereya şerekî çekdarî zêde bike.

’WASHINGTON TÊKILDARÎ PÊŞNIYARA LIHEVKIRINEKE MAYÎNDE YA RAWESTANDINA ŞERÊ LI XEZAYÊ DIYALOGAN BI DOHA Û QAHÎREYÊ RE DIKE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser diyalogên agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de. Rojnameyê diyar kir ku zextên serokê DYA’yê Jeo Biden ên ji bo agirbestê li Xezayê şeklekî nû girt, nemaze piştî ku artêşa Îsraîlê yek jê îsraîlî-amerîkî, cenazeyê 6 dîlgirtiyan bi dest xistin.

Rojnameyê bi bîr xist ku li gorî Washington Postê navbeynkar plan dikin ku di hefteyên pêş de pêşniyara agirbestê pêşkêş bikin. Her wiha hate gotin, rayedarekî amerîkî pêşniyara ku dibe ji aliyê Îsraîlê yan Hemasê ve were redkirin, mîna "bidawîkirina diyalogan" wesifand.

Rojnameyê îşaret pê kir ku piştî wergirtina cenazeyên 6 dîlgirtiyan, li kolanên Quds û Til Evîvê xwepêşandanên girseyî li dijî siyasetên Netanyahu yên der barê dosyaya dîlgirtiyan de hatin lidarxistin.

(bb)