UNDOF‘ê rewşa gundewarên Quneyterayê şopand

Hêzên UNDOF‘ê tevgerên Îsraîlê yên li gundewarên Quneyterayê şopandin û li şêniyên wê guhdarî kirin.

UNDOF‘ê rewşa gundewarên Quneyterayê şopand
19 tebax, 2026   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Çavdêriya Vekişînê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) îro gerek meydanî li bajarokê El Refî yê Quneyterayê pêk anî.

Tîma UNDOF‘ê li axaftinên şêniyan ên der berê pirsgirêk û xetereyên li ser wan milkên wan de guhdarî kirin. Her wiha rewşa bajarokê û deverên derdorê wê şopandin.

Tîmên din ên UNDOF‘ê rakirina mayîn û teqemeniyên neteqandî li gelek herêman didomînin.

(bb)