61 roj e agahî ji Silêman Ehemed nayê girtin

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 61 roj e agahî nayê girtin.

61 roj e agahî ji Silêman Ehemed nayê girtin
24 kanûn, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

 Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 61 roj e agahî jê nayê girtin.

Tevî bertek û helwestên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin,  lê agahî ji aliyê PDK’ê ve di derbarê rewşa rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kir ku PDK’ê hevîdtina li gel Silêman Ehmed asteng dikin.