`Jin dikare aloziyê li Sûriyeyê bi dawî bike’

Jinên tev li 2`yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bûne, diyar kirin ku eger jin hewldanên xwe bikin yek û rola xwe di tevahî qadan de bilîzin, dikarin aloziya li Sûriyeyê bi dawî bikin.

`Jin dikare aloziyê li Sûriyeyê bi dawî bike’
21 gulan 2024   10:57
HELEB

Jinên ku tevê kongreya 2`yemîn Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê ye ku 20`ê Gulanê bi tevlêbûna 250 delegeyan li dar ketiye diyar kirin ku divê encamênameya kongreyê, bikevin meryetê.

PIRAKTÎKIRINA ENCNAMEYA KONGEREYÊ

Çalakvana ji Tartûsê Nisrîn Elî kêfxweş e  ya tevlê buna kongreyê bûye û wiha domand: “Jina di aloziya Sûriyeyê ya 12 salan de gelek êş kişand."

Nisrîn diyar kir ku ji ber hewldanên jinan, guhertineke berbiçav di aloziyê de çêbûye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Delîl jî, lidarxistina vê kongreyê bi tevlêbûna jinan ji bajarên din ên Sûriyeyê ye."

Nisrîn destnîşan kir ku jinên sûriyeyî cihê xwe bi awayekî çalak di avakirina civakê de piştî şer, girtiye û dikare rola xwe di çareserkirina aloziyê de bilîze.

Nisrîn destnîşan kir ku divê encamnameyên kongreyê bikevin meriyetê û got: "Divê gotin û kirin bi hev re be. Divê em encamnameya kongreyê pratîk bikin. Ji bow ê, komîteyan li bajarê Sûriyeyê ava bikin."

YEKIRINA HEWLDANÊN JINAN

Jina ciwan a ji Siweydayê Norma El Raşid jî destnîşan kir ku jin dikare civakê rizgar bike û civakeke demokratîk li ser bingeha azadiyê, edaletê û wekheviyê ava bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şert û mercên dijwar û sûcên qirkirinê û tundiyê yên li dijî jinan tên kirin, paşguhkirina enerjiya wê ya çalak di jiyanê de, hêz û vîna wê qels kir."

Norma îşaret pê kir ku yekirina hewldanên jinan, rêya rizgarkirina jinan û civakê ye û divê doza jin, bibe doza sereke ya civakî û divê jin hewldanên xwe bikin yek ji bo ku maf, serxwebûn û azadiya xwe bidest bixin.

DIVÊ BEŞDARBÛNA JINAN Û YA MÊRAN WEKHEV BE

Çalakvana sivîl û endama Meclisa Şêwiriyê ya Jinan a Sûriyeyê Nûra Xelîl jî got: "Jin gelek hewl daye alozî çareser bibe û ji bo wî jî fedakariyên mezin kirine. Divê beşdariya jinan û mêran di çareseriya siyasî de yan jî diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî de wek hev be."

(şx)

ANHA