4 dron li nêzî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê hatin xistin

Lîwa Seed Mein berpirsê Tora Ragihandinê ya Ewlehiyê, ragihand ku 4 dron li nêzî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê hatin xistin.

4 dron li nêzî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê hatin xistin
11 adar, 2026   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Tora Ragihandinê ya Ewlehiyê, Lîwa Seed Mein, ji medyaya Iraqî re ragihand ku Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê bi çar dronan êriş hate kirin û eşkere kir ku her çar drone hatine xistin.

Her wisa got; “Çar dronan li dora Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê hatine xistin û tu ziyanên madî û canî çênebûn. Piştî tesbîtkirina dronan, tîmên me yên taybet her çar drone demildest xistin xwarê û tedbîrên pêwîst ji bo ewlekariya li dora balafirgehê hatin girtin.”