Li Hesekê di xwarina fitarê de banga yekitiya neteweyî

Kongreya Îslama Demokratîk bang li oldar, îmam û rûspiyên civakê bang li kir û diyar kir ku divê cihêrengiya civakê bibe pirek ji bo hevnaskirinê ne cudakirinê.

Li Hesekê di xwarina fitarê de banga yekitiya neteweyî
Li Hesekê di xwarina fitarê de banga yekitiya neteweyî
Li Hesekê di xwarina fitarê de banga yekitiya neteweyî
Li Hesekê di xwarina fitarê de banga yekitiya neteweyî
Li Hesekê di xwarina fitarê de banga yekitiya neteweyî
11 adar, 2026   20:40
HESEKÊ

Kongra Îslama Demokratîk li xwaringeha Tayfûr a li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi amadebûna hejmarek oldar û îmamên mizgeftan û şandeyek ji rûspî û nûnerên malbatên şehîdan xwarina fitarê çêkir.

Di dema şîvê de, axaftinên ku nirxên biratî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de nîşan dide, beşên ji sirûdên olî hatin pêşkêşkirin.

Di vê çarçoveyê de, şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk Hesen Koçer destnîşan kir ku qonaxa heyî hesas û dîrokî ye, êrişên ku li herêmê hatine kirin ne tenê li dijî axê bûn, lê bandor li çand û dîroka herêmê jî kirin.

Hesen Koçer diyar kir ku bi van êrişan hewl dan navê Îslamê xirab bikin, tevî ku Îslam li ser prensîbên aştî û biratiyê ava bûye û teqez kir ku tiştên ku di warê êrişan de qewimîn li dijî bingeh û nirxên ola Îslamê ne.

Koçer her wiha got ku bi van hewldanan armanc ew bû ku di navbera pêkhate û olên herêmê de, bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de, nakokî derxînin, lê hişyariya her du gelan ev plan têk bir, heta niha jî hin alî bi rêya medyayê hewlên xwe ji bo vejandina nakokiyan didomînin.

(ac)

ANHA