Li Başûrê Kurdistanê hewldanên dagirkeriyê 

Dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK’ê di bin navê Yekîneyên Muhafizên Sînor ên Iraqê de li qadên gerîla bi cih kir û bi vî rengî dest bi hewldana plana xwe ya dagirkeriyê ya nû kir.

Li Başûrê Kurdistanê hewldanên dagirkeriyê 
13 adar, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gorî nûçeya ANF’ê Dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK’ê di bin navê Yekîneyên Muhafizên Sînor ên Iraqê de li qadên gerîla bi cih kir û ji bo plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne li Başûrê Kurdistanê bi vê hêzê re gelek hevdîtin kirine.

Hin ji kesên ku di wêne de cih digirin ku di çapemeniya Tirk de hate weşandin, ew kesên di nava plana nû ya dagirkeriyê de ne ku ANF'ê beriya niha di nûçeyeke xwe ya têkildarî mijarê de bi raya giştî re parve kiribû. Bi van daneyan car din hat îspatkirin ku Yekîneyên Muhafizên Sînor ên Iraqê, hêzên Zerevanî û Gulan ên PDK’ê ne.

Piştî geşedana navborî, di rojên li pêş me de tê payîn ku dewleta Tirk di çarçoveya plana dagirkeriyê ya nû de bi rayedarên Bexdayê re hevdîtinê bike.

Têkildarî hevdîtinê di serî de Ajansa Anadolûyê (AA) di nûçeyên hatine çêkirin de tê diyarkirin ku Korgeneral Metîn Tokel ku ji artêşa 2’yemîn a artêşa Tirk berpirse û kesên pê re bi ‘yekîneyên ewlehiyê yên Iraqê’ re hevdîtin kirine. Tê ragihandin ku di vê hevdîtinê de gelek mijar hatine nîqaşkirin; têkildarî hevdîtinê di wêneyên hatine weşandin de kesên jê re tên gotin ‘rayedarên Iraqî’, hemû ji hêzên PDK’ê pêk tên. Di wêne de payeya du berpirsên paye bilind ên PDK’ê ji bo ku neyên naskirin, hate sansurkirin û bi vî rengî hate weşandin.

Ji wan yê bal dikişîne jî berpirsê hêzên Barzan ê PDK’ê Behzet Loqman Mele Mistefa ye.

Li aliyê din yek ji kesên ku di wêne de diyar dibe Dilêr Ferzende ye ku biraziyê berpirsê hêza ‘Yekîneyên Muhafiz ên Sînor ên Iraqê’ Hoşyar Zebarî ye ku ANF’ê berê ji raya giştî re ragihandibû.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin jî tê îdîakirin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Abbasî wê di 14’ê Adarê de hevdîtinê bikin. Tê ragihandin ku di çarçoveya vê hevdîtinê de wê operasyona ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bê kirin, mijara bingehîn be. Hat diyarkirin ku wê her du alî têkildarî êrîşên hewayî yên berfireh û li hin cihan pêkanîna operasyona bejahî, nîqaş bikin.