RJAK jî tevlî pêngava azadiyê bû

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê tevlîbûna xwe ya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ragihand.

RJAK jî tevlî pêngava azadiyê bû
17 cotmeh 2023   11:44

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî tevlî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên Cîhanê hate destpêkirin, bû.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de em jî weke Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) pêngava ji bo azadiya Rêber Apo silav dikin. Hişmendiya dewlet-netew û sermayedar bi sedema ku felsefeya Rêber Apo ji bo berdewamkirina deshilatdariya xwe wekî astengiyek mezin dibînin, ketine nava têkoşîneke gelek kirêt û dirindane, lewra ev 25 sale Rêbertiya me li Îmraliyê di nava tecrîdek giran de ye. Di şexsê rêberiya me de dixwazin tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê bêdeng bikin û bifetisînin. Çima ewqas êrîş li ser Rêber Apo têne kirin. Ji ber Rêber Apo gelê ku di gorê de gihande rastiya gelê vejîn dibe û bi serdikeve. Dîsa ji ber Rêbertî tevgera mirov ji nûve tevlî jiyanê bûyîne. Di heman demê de Rêber Apo navê rêya serkeftin û rastiyê ye.

Têkoşîna Rêber Apo ya ku ji 7 saliya xwe de daye destpêkirin, li dijî hemû paşverutiyên pergalê û hişmendiya wê ya deshilatdar bû, di heman demê de ew têkoşîn ji bo tevahî jin û mirovahiyê ye. Ew têkoşineke ji bo azadiya civakek demokratîk, ekolojîk û azadiya jina ye. Wekî Rêber Apo dibêje, ‘têkoşina min ne herêmiye, gerduniye.’ Lewra azadiya fizikî ya Rêber Apo erka tevahî cîhanê ye û di serî de erk û peywira hemû jinane. Em jî wekî RJAK bi bilindkirina têkoşina xwe tevlî vê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya doza Kurd dibin û azadiya fizikî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”