SOHR: Hêzên Şamê bersiva balafirên sîxurtiyê yên Îsraîlê dan
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên sîxurtiyê yên Îsraîlê qada Sûriyeyê bin pê kirin û pergala parastinê ya Şamê jî bersiv da.
![SOHR: Hêzên Şamê bersiva balafirên sîxurtiyê yên Îsraîlê dan](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/202555_192016_taerh-tjss-israeylyh-750x430.jpg)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) balafirên sîxurtiyê yên Îsraîlê qada Sûriyeyê bin pê kirin.
Li gorî SOHR, pergala parastinê ya hikumeta Şamê jî bersiva balafirên sîxurtiyê yên Îsraîlê dan, lê nexistin xwarê.
Di 12′ê Cotmehê de Îsraîlê balafirgehên Heleb û Şamê yên navneteweyî kirin hedef û di 14′ê heman mehê de careke din balafirgeha Helebê bombebaran kiribû.
(bb)