Li Iraqê hejmarek DAIŞ′î hatin kuştin, çeteyekî ′Xeternak′ hat girtin
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku di êrişeke hewayî de hejmareke DAIŞ′î hatin kuştin û got, yek jê ′xeternak′ 4 DAIŞ′iyên din hatin girtin.
![Li Iraqê hejmarek DAIŞ′î hatin kuştin, çeteyekî ′Xeternak′ hat girtin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/191356_155833_alaraq.jpg)
Di daxuyaniya şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê de hate gotin: "Balafira şer li gireva El-Eyet a li parêzgeha Selahedînê baregeheke terorîstan bombebaran kir. Di baregehê de 8 endamên rêxistinê DAIŞ′ê de hebûn û di encamê de hejmarek DAIŞ′î hatin girtin.′′
Şaneyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê li herêma Til Kesîba ya Selahedînê DAIŞ′iyeke ′Xeternak′ girt û got, DAIŞ′ê berpirsê ragihandin û şandina nameyan bû û di heman demê de karê veguhestin û desteka lojîstîkê dikir.
Li gorî şaneyê, li parêzgeha Meysan a li rojhilatê welat 4 DAIŞ′î hatin girtin û radestî aliyên têkildarî hatin kirin.
(bb)