′Şoreşa me bi şehîdan dest pê kir, dê bi şehîdan bi ser keve′

Orhan Miho û Elî Osman ji bo avakirina welatekî azad û durust tev li Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bûn. Orhan û Miho dema perwerde li ser awayên têkoşîna li dijî xirabkirina civakê diditîn, tevî 27 hevalên xwe di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

′Şoreşa me bi şehîdan dest pê kir, dê bi şehîdan bi ser keve′
16 cotmeh 2023   23:42

8`ê Cotmehê ji bo gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja şînê bû. Di wê rojê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê ya li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê de, 29 endamên hêzê şehîd bûn û 28 din jî birîndar bûn.

Di nav wan şehîdan de şehîd Orhan Hisên Miho û şehîd Elî Osman hene.

ORHAN MIHO

Orhan Hisên Miho sala 1994`an li Minbicê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku ji 6 xwişk û 3 birayên wî pêk tê. Birayê wê Ebdullah Miho sala 2021`an di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de dema erka xwe pêk dianî şehîd bû û xwişkek wî berî 8 salan tev li refên gerîla bû.

Birayek û 2 xwişkên Orhan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê ne.  Xwişkekî wî hevjîna şehîdekî ye. Orhan û 3 birayên xwe sala 2019`an tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibin.

Orhan destpêka 2023`yan, tev li perwerdeya efseran dibe,  dûre tev li Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê dibe.

`SEBIR Û DILNIZMÎ SÎFEÊN WÎ YÊN HERÎ BALKÊŞ BÛN`

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Salih Mihemed Semo ku hevrêyê şehîd Orhan bû anî ziman ku şehîd Orhan jêdera moralê bû û got: ′′Rû li ken bû, bi rihê xwe yê şad her tim hêz dida hevalên xwe. Aram bû û di heman demê de di kar de çalak bû, hewl dide enejiya xwe ya erênî di karê xwe de bê westan nîşan bide. Sebir û dilnizmî taybetmendiyên wî yên herî balkêş bûn.′′

Semo destnîşan kir ku şehîd Orhan pêşniyar kir ku tev li perwerdeyê bibe  û hêvî dikir ku di karê xwe de serkeftî be da ku bi şêwaza herî mezin xizmeta gelê xwe bike. Semo got: "Dewreya perwerdeyê ji bo wî derfetek bû ku xwe karîgeyên xwe di vê qadê de îsbat bike, armanca wî ya sereke tunekirina madeyên hişbirê û bazirganên wî bû. Lê mixabin beriya ku dewreya wan bi dawî bibe xedaran ew û hevalên wî kirin hedef.”

Her wiha Semo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk bandor li moralên wan nake û wiha pê de çû: ′′Em ê rêya şehîd Orhan û hevrêyên wî bidomînin û li hember dijminê xwedî îdeolojiya kuştin û qirkirinê bisekinin. Em nahêlin dijmin armancên xwe li axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan, pêk bîne. Em ê ewlehî û îstiqrara herêmê biparêzin.′′

Di dawiyê de Semo bal kişand ku dijminê her tim dixwaze tevliheviyê li nav civakê belav bike û got: "Êrişa li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê gelek pirsên biguman zelal dike ku yên perwerde dibin li ser planên dewleta Tirk a dagirker xetere ne. Êdî peyama dagirekran diyar e ku naxwazin civakek şerê madeyên hişbirê dike, bibînin.”

ŞEHÎD ELÎ OSMAN

Şehîd Elî Mihemed Osman sala 1998`an li gundê Demrcik ê Kobanê ji dayik bûye û di hemêza malbateke welatparêz de mezin bûye. Birayek û 4 xwişkên wî hene. Elî zewicî ye û bavê zarokekî 6 mehî ye. Beriya ku tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibe, di firinê de kar dikir û debara malbata xwe peyda dikir.

Sala 2016`an, Elî Mihemed Osman rêya parastina ax û gelê xwe hildibjêre, li ser vê yekê tev li refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Elî Osman di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cihê xwe di nav Hêzên Hewarê û rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê de digire û di 4 dewreyên perwerdeyê re derbas bû, dema her dewreyekê 2-3 meh bûn. Herî dawî tev li dewreya perwerdeyê ya 5′an a Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê dibe û 8′ê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de tevî 18 hevalên xwe şehîd dibe.

′AŞIQÊ ERKÊN ZEHMET BÛ′

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Firatê Zozan Şêxî ku hevrêya şehîd Elî bû, anî ziman ku şehadeta Orhan û Elî êşeke mezin e lê di heman demê de hêz da wan ku dewleta Tirk nikare vîna gel bişikîne. Zozan got: ′′Her şehadetek kokek nû ya berxwedanê ye. Em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin.”

Zozan behsa sîfetên şehîd Elî kir û got: “Ez û şehîd Elî hevrêyê kar bûn. Heval Elî ciwanek çalakî û xwedî tecrube bû, ji ber ku ji endaman ê herî kevin e. Li ku derê çii bihata xwestin, bêterdudu dibû bersiv. Şehîd Elî ji zehmetiyan neditirsî, aşiqê erkên zehmet bû. Di kar de cudahiyê naxe navbera endaman û bi her kesî re wek hev dida û distand, her wiha banga herî kesî dibersivand. Ji Tevgerên wî diyar dibû ku yek daxwazeke wî heye ew jî xizmeta gel û axa xwe bike.”

Zozan destnîşan kir ku Orhan û Elî xwestin biçin perwerdeyê da ku şarezayên xwe pêş bixin, moralên wan bilind bûn û hêvî dikirin ku bi tecrubeyên nû vegerin. Zozan her wiha got: "Lê beriya ku perwerde biqede şehîd bûn, di rêya azad û avakirina civakeke azad de şehîd bûn. Şehadet ji bo me serkeftina herî mezin e."

′ŞEHÎDAN ÇIRÛSKA ŞOREŞA ME PÊXIST′

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Salih Mihyedîn demeke dirêj li gel Orhan û Elî kar kiriye got: “Me demeke dirêj bi hev re kar kir. Beriya salekê dema Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê ava bû, her du şehîdan beriya her kesî tev lê bûn. Şehîd Orhan dewreya efseran qedandibû, di karê hêzê de pispor bû, soz da ku ewlehî û îstiqrara li herêmê biparêze. Şehîd Elî jî di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwedî tecrubeyeke mezin bû û di zêdetirî qadekê de kar kir. Her duyan jî di gelek qadan de çalak bûn û bê teredud erkên ji wan dihatin xwestin, bi cih dianîn. Di her erkekê de soz dubare dikirin.”

Mihyedîn anî ziman ku Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê, xetereyek li ser dewleta Tirk û çeteyên wê çêdikirin û bal kişand ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber operasyonên me yên li dijî madeyên hişbirê û bazirganên wan nekarîn van madeyan derbasî herêmê bikin.

Mihyedîn her wiha got: "Li şûna her şehîdekî/ê bi dehan kes tev li hêzê dibin û çekên wan radikin. Em dê rêya wan berdewam bikin û hêviyên wan di welatekî azad û ewle de pêk bînin.”

Salih Mihyedîn soz da ku tola şehîdan hilînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Ev komkujî israra me ya li ser berdewamkirina têkoşînê zêde dike. Şehîdan çirûska şoreşa me pêxist. Dewleta Tirk îflas kir û ji bilî pêkanîna komkujiyan li dijî welatiyan tiştekî din li ber xwe nabîne. Dewleta Tirk çi bike û her çiqas şerê taybet li dijî herêmê bimeşîne, nikare armancên xwe pêk bîne. Hêzên me dê li ser ewlehiya herêmê her tim şiyar bin.′′

(şx)

ANHA