​​​​​​​Îsraîlê deriyê sînor ê Refeh bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê deriyê sînor ê Refeh ê di navbera Xezayê û Misirê de bombebaran kir.

​​​​​​​Îsraîlê deriyê sînor ê Refeh bombebaran kir
16 cotmeh 2023   18:59

Artêşa Îsraîlê deriyê sînor ê Refehê yê başûrê Xezayê yê bi Misirê re bombebaran kir. Ji 7′ê Cotmehê ve ev êrişa sêyemîn a Îsraîlê ya li ser deriyê Refehê ye.

Bi sedan welatiyên ji welatên cuda û welatiyên filistînî yên xwedî du nasname li derî kom bûne û li bende ne destûr bê dayîn da ku derbasî Misirê bibin.

Berdevkê Koşka Spî John Kirby got, Washington hêvî dike  dergeh ji bo çend saetan were vekirin da ku êrişeke bejayî ya muhtemel a Îsraîlê hin kes ji Xezayê derkevin.

John Kirby got, heta niha der barê vekirina deriyê Til Refehê de tu gav nehatine avêtin. Her wiha diyar kir ku rêxistina navneteweyî bang li tevahî aliyan dike ku alîkariyên mirovî bişînin.

(bb)