′Vîna me nayê şikandin′

Şêniyên kantona Qamişlo diyar kirin ku dê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xeta berxwedanê berdewam bikin û got: "Em gelekî azdîxwaz in û xwedî li şehîdên xwe derdikevin, ji ber vê yekê vîna me naşkê."

′Vîna me nayê şikandin′
17 cotmeh 2023   00:36

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeya Til Koçerê yên kantona Qamişlo, diyar kirin ku ew dev ji rêya têkoşînê û berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bernadin.

Welatiya bi navê Cemîle Ehmed a ji Dêrikê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Armanca dewleta Tirk a dagierker ji hedefkirina navendên stratejîk û yên xizmeguzariyê koçberkirina şêniyan e, da ku bi hêsanî projeya xwe temam bike û tevahî xaka me dagir bike."

′EM DÊ LI HEMBER BIRÇÎBÛNÊ Û TÎBÛNÊ LI BER XWE BIDIN′

Cemîle anî ziman ku dê di rêya pêkanîna azadiyê de li hemberî berçîbûn  û tîbûnê li ber xwe bidin û wiha domand: “Dagirker çiqasî êriş bike û şerê taybet li dijî herêmê bimeşîne, em çok danayînin û serî ji siyasetên wê yên qirkirina gelê berxwederê û têkbirina îradeya wê re natewînin. Em ê di rêya pêkanîna armancên xwe de li hember birçîbûn û tîbûnê li ber xwe bidin.”

Welatiyê bi navê Sadiq Sadiq ê ji Dêrikê jî anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê rêya berxwedanê bidomînin û wiha pê de çû: “Me ji bo mafê xwe biryara berxwedanê daye. Ev êriş ne yên yekemîn û ne jî yên dawîn in. Wê têkoşîna me di oxira projeya me ya demokratîk de, neşikîne. Em serî ji koletiyê û tesîlmkariyê re natewînin.′′

Welatiyê bi navê Esed Ebdulezîz ê ji Dêrikê jî got, êrişên li ser herêmê sûcên şer in û got, divê şêniyên herêmê fişarê li hêzên navneteweyî bikin da ku hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

Ebdulezîz ev li gotinên xwe zêde kir: “Em dê li hember êrişan li ber xwe bidin. Em gelekî azadîxwaz in, em şopdarên rêya şehîdan in, lew ra ne pêkane vîna me bişikê.”

Welatiyê bi navê Zahid Hisên ê ji navçeya Til Koçerê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe da ku li ser hesabê xwîna gelên herêmê xeyalê xwe yê avakirina împeratoriya Osmanî bi cih bîne.

Hisên bal kişand ser hevgirtina nîştimanî ya gelê herêmê û wiha pê de çû: “Bila dagirker û dijmin bizanin ku her çiqas êriş bikin jî lê nikarin biratî, hevgirtin û yekitiya me ya nîştimanî têk bibin.”

Zahid Hisên anî ziman ku ji durûtiya serokê AKP`ê ecêb maye û got: “Serokê AKP′ê li dijî êrişên Îsraîlê piştgiriya xwe bi Xezayê re radighîne, lê ew bi xwe sûcan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”

Welatiya bi navê Emel El Celûd a ji Til Koçerê bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: “Bêdengiya li hember êrişên li ser gel û zarokan şerm e. Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin berpirsên domandina sûcan.”

Emel destnîşan kir ku gelê herêmê xwe li gor fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye û wiha axivî: “Em dê rêya azadiyê bi şopandina mîrasa tevahî jinên pêşeng berdewam bikin heta sûriyeyeke demokratîk ji bo tevahî sûriyeyiyan ava bibe.”

Her wiha welatiyê bi navê Mehmûd Salih ê ji Til Koçerê anî ziman ku dê li dijî êrişan parastina xwe bikin û got: “Em li gor fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan  dimeşin ku banga aştiyê dike. Me êriş tu kesî nekiriye, lê heke êriş li ser me werin kirin hingî em dê xwe biparêzin.”

Welatiya bi navê Emel Elî ya ji Til Koçerê got dê destkeftiyên şehîdan biparêzin û têkoşînê mezin bikin heta serekftinê li dijî dagirkeran mîsoger bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T4gA0HRDYgU?si=caiUKzC9p5yc0mcz" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>