Ji destpêka şerê li Xezayê ve 11 rojnamevan hatin kuştin

Sendîkaya Rojnamevan a  Fîlîstînê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrişên hewayî yên Îsraîlê de li Xezayê 11 rojnamevan hatin kuştin.

Ji destpêka şerê li Xezayê ve 11 rojnamevan hatin kuştin
16 cotmeh 2023   14:09

Sendîkaya Rojnamevanan a Fîlîstînê diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrişên hewayî yên Îsraîlê de li Xezayê 11 rojnamevan hatin kuştin û zêdetirî 20 rojnamevan jî birîndar bûne.

Li gorî rapora sendîkayê navên rojnamevanên hatine kuştin wiha ne; Ehmed Şihab, Mihemed Salihî, Mihemed Fayîz Ebû Meter, Hîşam El Newarcîha, Mihemed Ebû Riziq, Îbrahîm Lafî, Seîd Tewîl, Mihemed Cerxûs, Esed Şemlex, Selam Mîmê û Husam Mubarek.

Sendîkayê daxuyanî kameravan Mîdal El Wehîdî û rojnamevan Heysem Ebdulwahîd jî winda ne. Her wiha destnîşan kir û derdora 20 malên rojnamevanan hatin topbarankirin, hinek mal bi awayekî qismî û hinek bi temamî wêran bûne.

Sendîkayê got, nivîsgehên AFP û Ajansa Maan jî di nav de derdora 50 navendên saziyên ragihandinê hatine bombebarankirin.

Berpirsê rojnamevanên ji Filistînê yê li Xezayê Tehsîn El Esetel da zanîn ku piraniya saziyên ragihandinê yên li Xezayê wêran bûne û bi rêjeya ji sedî 80 rojnamevan ji ber gefên Îsrîalê ji Xezayê derketine.

Di 13’ê Cotmehê de jî li başûrê Lubnanê di êrişê de nûçegihanê Reutersê Îsam Ebdullah hatibû kuştin û 6 rojnamevanên din birîndar bûbûn.

(bb)