90 kesên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker 90 penaberên Sûriyeyê qewitandin û wan li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

90 kesên din li Girê Spî hatin bicihkirin
16 cotmeh 2023   13:48

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkateyên guhertina demgorafiya kantona Girê Spî ya dagirkirî didomîne. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecîh dane, desthilata Tirk duh 90 penaber li deriyê sînor ê Girê Spî radestî çeteyên ′Polîstên Leşkerî" kirin da ku li malên koçberan werin bicihkirin.

Bi vê yekê hejmara penaberên Sûriyeyê yên di vê mehê de li Girê Spî hatine bicihkirin bûn 580 kes û 12 penaberên iraqî jî di nav de hene.

Di Îlona borî de 3 hezar û 65 penaberên sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin û ji Nîsana par ve 28 hezar û 445 penaber li Girê Spî hatin bicihkirin

(bb)

ANHA