QSD: Motorsklêteke bombebarkirî hat bêbandorkirin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê motorsklêtek bombebarkirî bê bandor kir.

QSD: Motorsklêteke bombebarkirî hat bêbandorkirin
16 cotmeh 2023   09:58

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tîmên endeziyariyê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Hecînê motorsklêteke bombebarkirî ku kesên nenas li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê bi cih kiribû, bê bandor kir.”

(c)