Dîmenê çalakiya Girê Cûdî

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên azadiyê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dar xistine, weşandin.

Dîmenê çalakiya Girê Cûdî
16 cotmeh, 2023   09:53

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla ku dîmenên wan hatin weşandin ev agahî dabûn.

"25'ê Tîrmehê saet di 19:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çekek bombeavêj a dagirkeran hate îmhakirin.

4'ê Tebaxê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Tebaxê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin."