Li Awûstralyayê der barê Komploya 9`ê Comtehê de civîn

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê civîna gel hat lidarxistin.

Li Awûstralyayê der barê Komploya 9`ê Comtehê de civîn
15 cotmeh 2023   17:41

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê civîna gel hat lidarxistin.

Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal bi rêya dîmen beşdarî civînê bû û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û têkoşîna li dijî komployê nirxand.

Kartal da zanîn ku armanca Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi temamî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Kartal diyar kir ku bi saya têkoşîna dîrokî ya li dijî komployê hêzên desthilatdar nekarîn bigihêjin armancên xwe.

Kartal got ku ew armanc dikin bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Aştiyane” azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Kartal bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava da û da zanîn ku di van êrişan de pêdiviyên jiyanî yên gelê sivîl tên hedefgirtin û bi bombebarandina li navendên avê, stasyonên kehrebeyê, depoyên genim û nexweşxaneyan, gel neçarî koçberiyê tê hiştin. Kartal destnîşan kir ku gelê Rojava bi hêzên parastina QSD, YPG, YPJ’ê li ber xwe didin û van êrişan pûç dikin.

Remzî Kartal da zanîn ku çarenûsa çar parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û got ku êrişên îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi PDK’ê re pêşxistiye, li hemberî berxwedana bi heybet a gerîla encam negirtiye.

Civîn piştî pêşandana sînevîzyonekê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi dawî bû.