Dayikên Aştiyê tecrîd û êrişên dagirkeriyê protesto kirin

Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî kongreya Partiya Çepên Kesk bûn, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê protesto kirin.

Dayikên Aştiyê tecrîd û êrişên dagirkeriyê protesto kirin
15 cotmeh, 2023   17:34

4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Çepên Kesk li Enqereyê bi coşeke mezin didome. Partiyê, navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) guherand. Di kongreyê de Dayikên Aştiyê bi pankarta “Na ji tecrîd, dagirkerî û şer re” derketin ser dikê.

Dayikên ku pankart daliqandin dikê, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.