Bangewaziyên aşkerakirina çarenûsa Werîşe Mûradî

KJAR’ê ji bo Werîşe Mûradî ya di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hate revandin kampanya îmzeyan da destpêkirin û bang li raportora Mafên Mirovan a NY û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kir ku bêdeng nemînin.

Bangewaziyên aşkerakirina çarenûsa Werîşe Mûradî
15 cotmeh 2023   14:43

Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû revandin, kampanyaya îmzeyan ya online da destpêkirin.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî kampanyaya îmzeyan de wiha got: “Werîşe Mûradî ji bo xebatên siyasî û birêxistinkirina jinan, di 1’ê Tebaxê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Li ser aqûbeta Werîşe Mûradî ku ji aliyê hêzên parastinê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin û birine cihekî, tu agahiyek me nîn e.”

Bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku malbata Werîşe Mûradî tevî serî li saziyên polîsan daye jî agahî negirtine û ev agahî hatin dayîn: “Hem em hem jî malbata wê di vê rewşê de bi fikar in. Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê jiyana Werîşa Muradî ye ku ji aliyê hêzên Rêxistina Îstixbaratê ya Pasdarên Şoreşa Îslamî û hêzên Wezareta Îstixbaratê ve bi zorê hatiye revandin. Di vê çarçoveyê de em daxwaz ji raya giştî, raportora Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya Îranê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku têkildarî windakirina bi zorê ya Werîşe Mûradî dengê xwe bilind bikin.”