Dewleta Îran şivanek qetil kir û 2 birîndar kirin

Li zozanên Binarê Qendîlê pasdarên Îranê êrişî çend şivananên li ber pez bûn kir û di encamê de şivanek hate kuştin, du jî birîndar bûn.

Dewleta Îran şivanek qetil kir û 2 birîndar kirin
15 cotmeh, 2023   14:38

Hata zanîn, danê siharê pasdarên Îranê li zozanên Binarê Qendîlê êrişî 3 şivanên li ber pez kirine. Li gorî agahiyan di encama êrişê de şivanek bi navê Hemed Xidir yê xelkê gundê Rezge ya ser bi bajarokê Jarewa ya ser bi Herêma Pişder ya girêdayî Silêmaniyê ve, hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan du şivanên din ên bi Hemed Xidir re jî birîndar bûne û cenazeyê Hemed Xidir niha li aliyê Rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin û xizmên wî ji bo wergirtina cenaze berê xwe dana Îranê.