Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist

Yekitiya Mamosteyan a Reqayê 3`yemîn kongreya xwe bi dirûşma “Pêşxistina pîşeya mamostetiyê ji bo pêşerojeke serkeftî” li dar xist.

Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist
Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist
Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist
Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist
Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist
Yekitiya Mamosteyan a Reqayê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar xist
15 cotmeh, 2023   14:32

42 mamoste û rêveberên nivîsgehên perwerdeyê yên bajêr tev li kongreyê bûn ku li Hola Şerq a rojhilatê Reqayê pêk hat.

Di kongreyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel rewşa siyasî nirxand û got: “Aliyên mudaxeleya kar û barên Sûriyeyê dikin roleke neyînî lîst, binesaziya herêmê wêran kir û bi milyonan sûriyeyî koçber kir. Tenê sûriyeyî berdêla siyasetên wan aliyan da.”

Berkel diyar kir ku tevahî kongre û civînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li dar ketine, bê encam bûn û alozî girêtir kir.

Berkel îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û got: “Dewleta Tirk armanc dike pêkhateyan û Rêveberiya Xweser li dijî hev derxe û wan parçe bike. Lê pêkhateyên herêmê bi vîna xwe siyaseta li dijî herêmê têk birin.”

Dûre hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Meyade El Şêx rapora yekitiyê ya 2022-2023 xwend.

Mamoteyên beşdar jî, rewşa rêxistinî ya yekitiyê nirxandin û balkişandin ser dewreyên perwerdeyê yên havînê, astengiyên li pêşiya wan derdikevin, sîgorteya tenduristiyê.

Di dawiya kongreyê de, hevserokatiya nû ya yekitiyê hate hilbijartin ku Ebdulfetah El Mişewer û Meyade El Şêx in.

(şx)

ANHA