Helîkopteran Çiyayê Metînayê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter û çekên giran Çiyayê Metînayê yê ser bi bajarokê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir.

Helîkopteran Çiyayê Metînayê bombebaran kir
15 cotmeh, 2023   12:20

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêzeçiyayên Metîna ya ser bi bajarokê Amêdî ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ji bi çekên giran û helîkopterên dewleta Tirk a dagirker hatine bombebarankirin.

Derbarê ziyanên êrişê de agahî nehatin parvekirin.