​​​​​​​Aktîvîsta xwediya Xelata Nobelê nayê dermankirin

Desthilata Îranê bi hinceta ku hîcab li xwe nekiriye, nehişt aktîvîsta girtî ya nexweş Nerces Mihemedî derbasî nexweşxaneyê bê kirin.

​​​​​​​Aktîvîsta xwediya Xelata Nobelê nayê dermankirin
15 cotmeh, 2023   12:05

Parêzer Mistefa Nîkî diyar kir ku aktîvîsta Îranê Nerces Mihemedî ya li girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin diviyabî ji bo çêkirina testa dil biçe nexweşxaneyê, lê desthilata Îranê bi îdiaya ku ′şertên hîcaba mecbûrî′ pêk neanîne nehişt ji girtîgehê derkeve.

Aktîvîst Nerces Mihemedî ku ji ber têkoşîna xwe ya li dijî çewisandinê îsal Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû, li girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin û 12 sal ceza lê hatiye birîn.

(fr/c)