Misir amadekariyên lûtkeyeke herêmî-navneteweyî dike

Misirê, ji bo nîqaşkirina siberoja doza Filistînê dewletên herêmê û navneteweyî vexwendin lûtkeyekê. Erebistana Siûdiyê jî hewl dide rewşê aram bike.

Misir amadekariyên lûtkeyeke herêmî-navneteweyî dike
15 cotmeh, 2023   11:59

Di dorhêla şerê Hemas û Îsraîlê de serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî îro serokatiya civîna Konseya Ewlehiya Neteweyî kir.

Piştî civînê, serokatiya Misirê ji bo rawestandina şer û hedefgirtina sivîlan banga berdewamkirina peywendiyên bi şirîkên herêmî û navneteweyî re û zêdekirina têkiliyên bi rêxistinên alîkariyê yên herêmî û navneteweyî ji bo gihandina alîkariyan kir.

Li gorî Serokatiya Misirê, çareserkirina doza Filistînê bi avakirina du dewletan (Filistîn û Îsraîl) pêkane. Misirê siyasetên koçberiyê û hewldanên tesfiyekirina doza Filistînê li ser hesabê dewletên cîran red kir.

Misirê amadebûna xwe bo hewldanên aramkirinê û destpêkirina proseya aştiyê nîşan da û diyar kir ku ewlehiya neteweyî ya Misirê xeta sor e û ji parastina wê tawîz nayê dayîn.

Misirê, welatên herêmî û navneteweyî vexwendin lûtkeyekê ku ji bo gotûbêjkirina geşedan û siberoja doza Filistînê li ser axa wê were lidarxistin.

Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdiyê (Was) li ser zimanê Mîrzayê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selamn ragihand ku Siûdiyê ji bo ku şer li Rojhilata Navîn belav nebe, hewl dide. Tê destnîşankirin ku daxuaniyên Bin Selman piştî hevdîtina wî bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re li Riyadê, hatin dayîn.

(c)