Hêzên Şamê 8 deverên herêma 'bêçek' topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê 8 deverên li behahiya Idlib, Hema û Helebê topbaran kirin.

Hêzên Şamê 8 deverên herêma 'bêçek' topbaran kirin
15 cotmeh, 2023   07:42

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê di saetên sibehê de bajarokên Fitêra, Bênên û Bare yên li herêma Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, derdora Sermaniyê ya rojavayê Hemayê yên dikevin herêma “bêçek” bi çekên giran topbaran kirine.

Hikumeta Şamê her wiha gundên Tedîl, Sehare, Kefer Teal û Mescid ên girêdayî bajarokê Ebzimo yê rojavayê Helebê topbaran kirin.

(c)