Rojnamevana Lubnanê Cîzal Xûrî wefat kir

Rojnamevana Lubnanê Cîzal Xûrî ku nexweşa penceşêrê bû jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevana Lubnanê Cîzal Xûrî wefat kir
15 cotmeh, 2023   07:35

Rojnamevana ji Lubnanê Cîzal Xûrî (1961-2023) vê berbangê bi temenê 62 saliyê jiyana xwe ji dest da. Cîzal nexweşa penceşêrê bû û beriya çend hefteyan rewşa wê xirab bibû.

Cîzal sala 1986`an ji “Saziya Peyamdayînê ya Lubnanê” dest bi rêwîtiya xwe ya rojnamevaniyê kiribû û navbera salên 1992 û 2001`an bi rêya bernameyek xwe ya televîzyonê bi kesayetên siyasî, çandî yên berz yên erebî û cîhanî re hevpeyvîn çêkiribûn. Sala 2002`an jî di koma “MBC” de cih girt û bû yek ji damezrênerên kenala “El Erebiye”. Di navbera salên 2003 û 2013`an de bernameya xwe ya navdar “Bil Erebî” pêşkêş kir.

Cîzal piştre derbasî kenala “BBC Arabic” bû û bernameya “El Meşhed” pêkşêş kir. Sala 2020`an jî derbasî kenala “Sky News Erebiye” bû û bernameyek pêşkêş kir.

Cîzal Xûrî bi rojnamevan Semîr Qesîr re zewicîbû, ku sala 2005`an li Beyrûtê hat kutşin. Piştî kuştina wî Cîzal li ser navê wî “Semîr Qesîr” saziyek ava kir û ji wê jî navendeke çavdêriyê ya taybet bi azadiya çapemeniyê “Navenda Eyûn Semîr Qesîr/Skys” vekir.

Rojnamevan Cîzal Xûrî sala 2005`an wekî yek ji rojnamevanên herî baş ên cîhanê ji aliyê Rojnameya “The New York Times” ve hat hilbijartin.

(c)