Li Efganistanê dîsa erd hejiya

Li rojavayê Efganistanê bi pileya 6.5 carek din erd hejiya.

Li Efganistanê dîsa erd hejiya
15 cotmeh, 2023   06:43

Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Behra Spî ya Ewropayê, erdhej bi hêza 6.5 û kûrahiya 10 kîlometreyan di erdê de çêbûye.

Li gorî AFP`ê, navenda erdhejê 29 kîlometreyan li bakurê bajarê Herat e.

Hat ragihandin ku piştî erdhejê bi pileya 5 erdhejok çêbûne. Agahiyên der barê qurbaniyan de nehatin parvekirin.

Beriya çend rojan jî li welayeta Herat a rojavayê Efganistanê bi pileya 6.3 erdhej çêbibû. Li gorî Navenda Sîsîmolojiyê ya Amerîkayê zêdetirî 2 hezar kes bûn qurbanî.

(c)