​​​​​​​Çeteyan li Şera 3 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kesên din revandin û birin cihekî ne diyar.

​​​​​​​Çeteyan li Şera 3 kes revandin
15 cotmeh, 2023   06:11

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, dewriyeyeke çeteyên dewleta Tirk a adgirker bi ser gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ya Efrînê de girt û 3 gundî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Horo Hesen Hiso (53), Elî Nebo Osman (24), Xelîl Şêxo Kerez (45).

Ji dema dagirkirina Efrînê (18 Adar 2018) sûcên dagirkeran ên li dijî niştecihên herêmê dewam dikin.

(c)