Malbata şehîd Îsam ê Rojava sersaxî ji malbata Îsam ê Lubnanê re xwest

Bavê nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû sersaxî da malbata rojnamevanê lubnanî Îsam Ebdullah ku 13`ê Cotmehê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.

Malbata şehîd Îsam ê Rojava sersaxî ji malbata Îsam ê Lubnanê re xwest
15 cotmeh, 2023   07:02

Rojnamevanê ji Lubnanê Îsam Ebdullah 13`ê Cotmehê di bombebarana Îsraîlê li dijî bajaroka Elme Şeeb a Lubnanê de jiyana xwe ji dest da. Bavê nûçegihanê ajansa me şehdî Îsam Ebdullah bi vê boneya bi êş peyama sersaxiyê da malbat û hevalên rojnamevanê lubnanî, tê de wiha got:

“Ez bavê rojnamevan şehîd Îsam Ebdullah me yê ku 20`ê Mijdara 2022`yan di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li djiî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûye. Ez sersaxiyê ji malbat û hevalên rojnamevanê lubnanî şehîd Îsam Ebdullah re ku di oxira welat de şehîd bûye. Agahiya şehadeta wî gelek bandor li min û ez xemgîn kirim, ji ber ku navê wî wekî navê kurê min ê rojnamevan şehîd Îsam Ebdullah e. Her du Îsam ji bo derxistina heqîqetê û di oxira azadî û rûmeta welatên xwe de şehîd bûn.

Bavê şehîd, Hesen Remo Ebdullah-Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Hevalê me Îsam Ebdullah 20`ê Mijdara 2022`yan di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Teqil Beqil ê Dêrikê de şehîd bû.

(c)

ANHA