​​​​​​​Li Silêmaniyê ji bo 29 şehîdan sersaxî tê xwestin

Li Silêmaniyê ji bo 29 şehîdên endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sersaxî tê xwestin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê ji bo 29 şehîdan sersaxî tê xwestin
11 cotmeh 2023   14:29

Li nûnertiya Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Başûrê Kurdistanê ya bajarê  Silêmaniyê, ji bo 29 şehîdên endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taziye hate danîn.

Serdanên ji bo taziyeyê dewam dikin, di vê çarçoveyê de Tevgera Azadî, Hizba Zehmetkêşana Kurdistan, nûnerên PJAK û KNK’ê serdana cihê taziyê kirin û sersaxî xwestin.