Partî û rêxistinên Bakûr: Em ê bi rihê Kobanê xwedî li Rojava derkevin

Rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê êrîşên ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û ev peyam da: “Çawa ku em xwedî li Kobanê derketin, em ê bi heman ruh û seknê li hemû Rojava xwedî derkevin. Emê bi ruhê yekîtiyê di nava çalakiyan de bin” da.

Partî û rêxistinên Bakûr: Em ê bi rihê Kobanê xwedî li Rojava derkevin
11 cotmeh 2023   10:50

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP) bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê civînek çapemeniyê lidar xist.

  Civîna çapemeniyê li Buroya Şêwirmendiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li  bajarê Amedê hat lidarxistin. Li ser navê partî û rêxistinan Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “Ji 5’ê cotmehê heta niha dewleta AKP-MHP’ê bi awayekî dijminantiya kurdan êrişî Rojava dike. Di van êriş û bombebaranê de tesîsên av, ceyran û petrolê hilweşandin. Depoyên zexîre û genim û her wiha nexweşxane bombe kirin. Di vê bombebaranê de jiyana gel hatiye bombe kirin. Li Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê gele herêmê jiyanek hevpar ava kirine û bi hevre di nava aramiyê de dijîn. Ev êriş li dijî vê jiyana hevpar û pergala demokratîk e. Êriş bi şiklê xwe dişibin êrişên DAIŞ’ê. Cudahiya êrişên Tirkiyeyê û êrişên DAIŞ’ê ji hev tune ye. Bi van êrişan jiyana gelê Rojava hatiye hedefgirtin. Bi van êrişan sûcê mirovahiyê tê kirin.”

 ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA NE DI XEMA CÎHANÊ DE YE 

 Aydenîz da zanîn ku bi van êrişan sûcê mirovahiyê tê kirin, lê hemû parazvanên mafên mirovan û rêxistinên cîhanê bêdeng in û wiha dom kir: “Tê zanîn li Îsraîl û Fîlîstînê jî şerekî dest pê kiriye. Bi van şeran di sedsaliya Lozanê û sedsaliya Komara Tirkiyeyê de dixwazin ji nuve ve Rojhilata Navîn li gorî xwe dizayn bikin. Dixwazin vê dîzaynkirinê li gorî berjewendiyên dewletên hegomonîk çêbikin. Em dibînin ku di bin vê plan û dîzaynê de gelê Îsraîl û Fîlîstîn tên pelçiqandin û kuştin. Beriya êrişê Wezîr Hakan Fidan digot hemû pergala enerjiyê hedefa me ye. Got em ê êrişî jiyanê bikin. Wekî wî Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî got ‘Em ê li Gazzeyê ceyran, av û gazê tevî qut bikin.’ Îro hemû cîhan li dijî vê gotinê bertekan nişan dide. Lê gotina Netenyawî û Fîdan mina hev in. Li dijî jiyana mirovahiyê hatiye gotin. Divê gelê cîhanê li dijî Rojava jî bertekên xwe bînin ziman. Yên ku li dijî gotina Fîdan li çepikan dixin, hêz dane Netenyawû. Netenyahû ji Hakan Fîdan hêzê digirin. Feraseta herduyan yek e.

 LI MEXMÛRÊ MIZGEFT BOMBE KIRIN, KA EHLAQÊ ŞER Û MAFÊN MIROVAN

 Serokê Tirkiyeyê Erdogan ji bo Fîlîstinê got ‘Divê sincê şer hebe. Lê îro li Rojava îstasyon û santralên av, ceyran, petrolê bombe dikin. Hemû xizmeta nexweşxane, av, ceyran û petrolê felç dikin. Li Mexmûrê mizgeftê bombe dikin. Ka mafê mirovan. Li Dêrikê nexweşxane bombe kir. Li dehan cîhan ambarên genim, depoyê zexîre bombe kirin. Li Eyn Îsa zarok qetil kirin. Ka sincê şer, ka mafên mirovan. Ka hikûq. Li vir dijminantiya kurdan dikin."

 'MIFTEYA AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DI PERGALA OCALAN DE YE' 

 Aydenîz bal kişand ser gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a ‘Deriye aştiya cîhanê di aştiya Rojhilata Navîn re derbas dibe’ û wiha got: “Em jî dibêjin ji bo Rojhilata Navîn pergala aştî û çareseriyê heye. Xwediyê vê pergalê jî Birêz Ocalan e. Lê Birêz Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke geran de ye. Pergala Birêz Ocalan peşkeş dike, pergala ekolojik, demokratîk û pergala parastina azadiya jinê ye. Îro ev pergal li Rojava, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê di pêşengiya jinê de tê avakirin. Lê bi van êrişan dixwazin vê hêvî û pergalê hilweşînin.  Em dibêjin mifteya  aştî û çareseriya Rojhilata Navîn di Îmraliyê û pergala Birêz Ocalan de veşarî ye. Birêz Ocalan pergala aştî, çareserî û demokrasiye ava dikin. Lê bi van êrişan dixwazin van hêvî û vê pergalê têk bibe. Bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê dixwazin azadiya gelan û azadiya kurdan tune bikin.  Ji bo gelê Fîlîstîn çalakiyan li dar dixin. Lê li aliyê din li Rojava bi rojan bombe tê barandin. Lê ji b ovan êrişan bêdeng e. Ev dirûtî ye.”

'ÊRIŞÊN LI DIJÎ LI DIJÎ PERGALA ROJAVA, KED Û JIYANÊ NE' 

Aydenîz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî sazî, partî û dezgehên kurd dibêjin ev êrişên li ser Rojava li ser ked, jiyana hevpar, mafê mirovan û pergala demokratîk pêk tên û wiha  lê zêde kir: “Divê li dijî van êrişan hemû gelên cîhanê denge xwe bilind bikin. Divê her kes helwesta xwe nişan bide. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn demokrasi pêş bikeve, divê her kes denge xwe bilind bikine. Ji bo demokratîkbûna rojhilata Navîn divê pirsgirêka kurd û pirsgirêka fîlîstîn bê çareserkirin. Çareserî ne Netew Dewlet e. Çereserî Neteweya Demokratîk e. Ev jî bi pergala Konfederalîzma Demokratîk pêkan e. Em mafê hemû gelê kurd diparêzin. Divê hemû sazî û rêxistinên kurdan jî destkeftiyên kurdan biparêzin û li dijî van êrişan denge xwe bilind bikin. Divê bi ruhê yekîtiyê mafê kurdan biparêzin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî li dijî binpêkirina mafên mirovan erka xwe pêk bînin. Divê tene raporan nenivîsin. Divê li dijî van êrişan mudaxaleyekê bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî rol û rista xwe pêk bînin.”

'QADA HEWAYÎ JI ÊRIŞAN RE BIGIRIN' 

Salîha Aydenîz, bang li hêzên navdewletî jî kir û got: “Divê DYA, Rûsya û Fransa qada hewayî ji êrişan û balafiran re bigire. Îro Rojava di aliye bazirganî, aborî û siyasî di bin ambargoyê de ye. Em bang li rayedar û erkdaran dikin ku van ambargoyan bi dawî bikin. Ev êriş di heman demê de li dijî pêşengiya jinan e. Îro li Rojava sûcê mirovahiyê pêk tê. Em ê li dijî van êrişan tu carî bêdeng neminin. Çawa bi heman ruh û seknê em li Kobanê xwedî derkevin. Em ê dîsa bi heman ruh û seknê li hemû Rojava xwedî derkevin. Em ê bi ruhê Kobanê, bi ruhê yekîtiyê di nava çalakiyan de bin.”

Piştî axaftina Aydenîz, nûnerên partî û rêxistinên din jî axivîn û xwestin êriş bi dawî bibin, her kes li dijî van êrişan bertekên xwe nîşan bidin.