Balafirên Tirkiyeyê cihê Newrozê jî wêran kir

Di êrişên 6`ê Cotmehê yên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên dijî bajarê Kobanê de cihê ku her sal Newroz tê pîrozkirin ku li ser girê Miştenûr e wêran bû.

Balafirên Tirkiyeyê cihê Newrozê jî wêran kir
11 cotmeh 2023   09:50

Cihê ku her sal bi deh hezaran kesî Newroz pîroz dikir, di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a 6`ê Cotmehê de bi temamî xira bû.

Ji ber tevgera balafirên bêmirov li asîmanê Kobanê, nûçegihanên me nikarîbûn xwe bigihînin cihê navborî. Nexasim ku li hember wî cihî li aliyê din ê sînor baregehên dewleta Tirk a dagirker hene.

Dewleta Tirk a dagirker sala borî jî heman cih bombebaran kiribû, Nexweşxaneya Koronayê rûxandibû û 3 rojnamevan birîndar kiribûn.

Di wêneyên ku nûçegihanên me ji dûr ve kişandine, diyar dibe ku cihê Newroz lê dihat pîrozkirin hatiye rûxandin.

(c)

ANHA