‘Divê em ji zaliman re bibêjin na’

Rojnameger Nazîla Marofiyan li hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ji ber zextên lê dihat kirin derbasî bajarê Silêmaniyê dibe. Lê 13 rojan li Silêmanî hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin.

‘Divê em ji zaliman re bibêjin na’
11 cotmeh, 2023   09:22

Rojnamegera Kurd Nazîla Marofiyan a ku li Îranê piştî hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve hat qetilkirin, 4 caran hat girtin û rastî îşkenceyê hat, ji ber zextan neçar ma koçî Herêma Federal a Kurdistanê bike.

Rojnameger di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku 13 rojan li Silêmanî hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin. Nazîla Marofiyan a ku li derdora çavên wê birîn û di rûyê wê de birîn hene, di vîdeoya ku parve kir de got, "Divê em ji zaliman re bibêjin na."