Dagirkerên nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine dîsa êrîşî şehîdgehan kirin

Dewleta Tirk a dagirker ku tu nirxên mirovahiyê-exlaqî nas nake û di 6 salên dawî de bi hezaran gorên şehîdan xirab kirine, careke din êrîşî şehîdgehê kir. 

Dagirkerên nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine dîsa êrîşî şehîdgehan kirin
11 cotmeh 2023   08:47

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Besta ya Şirnexê desti êrîşên dagirkeriyê kirin, êrîşî Pakrewangeha Şehîd Rojhat Belûzerî ya li gundê Xirbê Besta kirin. Li gorî nûçeya ANF’ê, leşkeran 60 gorên li şehîdgehê xirab kirin, kêlên wan şikandin.

Şêniyên herêmê ragihandin ku leşkerên dagirker beriya niha jî li goristanê dînamît  teqandine.

Herêma ku şehîdgeh lê yê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ji bo welatiyan hatiye qedexekirin. Lewma malbat bi salan e nikarin biçin gorên zarokên xwe ziyaret bikin.

Li heman herêmê cerdevan jî bi salane daristanan talan dikin.

DI 6 SALAN DE BI HEZARAN GOR XIRAB KIRIN

Artêşa Tirk a dagirker li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Efrînê di nava 6 salan de bi dehan Pakrewangeh hiweşandin, bi hezarên şehîdan xirab kirin û cenaze birin cihên din.

Li gorî rapora Çavdêriya Adaletê ya Mezopotamyayê ku sala 2022’yan de hatiye amadekirin, di navbera 17’yê Îlona 2015 û 4’ê Nîsana 2020’an de di êrîşên li ser goristanan de hezar û 644 gor hatin hilweşandin, 2 hezar û 926 jî hatin texrîbkirin.

Dagirkeran di navbera 2020-2022’yan de jî êrîşên xwe domandin. Li Bakûrê Kurdistanê pakrewangehên li Bagok, Cûdî, Dêrsim/Zagê, Dêrsim/Mazgirt, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Amed/Pîran, Amed/Pîran, Amed/Bismil, Amed/Farqîn, Amed navend, Elkê, Hezex, Wan, Gever, Herekol, Bitlîs, Qers,  Çewlik/Kanîreş, Muş?Milazgir,  Meletî, Wêranşar, Pirsûs, Bazîd ê bi hezaran gor hilweşandin.

Dagirkeran cenazeyên li Goristana Xerzan a Betlîsê derxistibûn û li bajarê Stenbolê xistibûn bin peyarêyekê.

Dewleta Tirk a dagirker sala 2018’an dema bajarê Efrînê dagir kiribû jî, pakrewangehên li herêmê hilweşandibûn û li ser avahî çêkiribûn.