Afganîstan bi heman pîleyê dîsa hejiya

Li Afganîstan ku çend roj beriya niha erdeheja herî dijwar a 25 salên dawiyê jiya bû, careke din bi heman şîdetê hejiya.

Afganîstan bi heman pîleyê dîsa hejiya
11 cotmeh, 2023   07:40

Li gorî Navenda Sîsmolojî ya Şopandina Erdhejan a Amerîkayê, îro (11 Cotmeh) li rojavayê Afganîstanê bi pileya 6.3 erdhej çêbû.

Navendê diyar kir ku erdhej 29 kîlometreyan li bakûrê bajarê harat, saet di 00:40′an de pêk hat.

Piştî demeke kurt li bakur-rojavayê Harat vê carê bi pileya 5.00 erdhejek din jî çêbû.

Li bajarê Haratê ku zêdetirî nîv milyon însan dijîn, derbarê windahiyan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Di 7′ê Cotmehê de JÎ li nêzî bajarê Harat bi pileya 6,3 erdhej çêbibû û 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi deh hezaran jî koçber bibûn.

(fr/a)